Şahidê jiyaneke bahozî:
Şivan Perwer – Efsaneya Zindî
Yekemîn biyografiya berfireh ya hunermend, gotinnivîsar û çalakvanê mafê mirovan Şivan Perwer, ku beriya weşanê ji aliyê wî ve hatiye xwendin, ji nav weşanên Nûbiharê li Stenbolê derket.
Nivîskar Abdullah İncekan di xebata du salan ya bi navê Şivan Perwer – Efsaneya Zindî de jiyana vî hunermendê efsanewî li ber xwendevanan radixîne. Di dema amadekirinê de A. İncekan qîme xwe bi arşîvan neaniye û di sohbetên mehane de bi vî îkonê Kurd re ketiyê dû jiyana wî, bi wî re tevlî hin rêwîtî û konseran bûye, da ku ji destê yekem bibe agahdar.
Di kitêba 312 rûpelî de çîroka hin stranên ku hunermend nivîsiye, paşsahneya hin berhemên wî, dîskografiya xebatên wî û agahiyên di heqê albuma nû Şivanname I – Gazind, ku demekê şûn da dertê, cî digrin. Kitêb bi du albûmên resiman, ku her yek jê ji 24 rûpelan pêk tê, jî balê dikşîne. Lipeyketina serpêhatiya vê jiyana bahozî bi fotoyên ji 1969î ta 2012an tameke din dide.
Nasnameya kitêbê:


Abdullah İncekan
312 rûpel, 48 rûpel wêne
ISBN: 978-605-5402-53-2