


Şivan Perwer – stêrkek ji hunera Kurdî.
Şivan Perwer – helbestvanê êş û qolinc, şîn û şahîyan.
Şivan Perwer – qêrîna gelê xwe.
Şivan Perwer – pêşengek ji dîroka modern ya Kurdan.
Şivan Perwer – folklorîst û arkeologê zimanê Kurdî û dengbêjîyê.
Şivan Perwer bi jîyan û hunera xwe di vê kitêbê de ye. Bi vê kitêbê têkevin pey serpêhatî û tecrûbeyên wî, ked û dengê wî, derd û kulên wî.
Ji qelema pisporê Kurdî bîyografîya Şivan Perwer temeke edebî dide.